1. Filmeke ku derhêneriya wêjean jacques annaud kiriye û di rola sereke de jude law dilîze û çîroka du segvanan e, yek alman û yek rûs. |
|
16.09.2015 23:29 |
dijber
|
2. temaya wê wiha ye: şer nebaş e lewma tênekoşin ango têkoşînê nekin! |
|
16.09.2015 23:34 |
mergehez
|
3. fîlma ku li beşa fîlman hat zêdekirin. Here lînkê |
|
10.09.2016 21:30 ~21:32 |
simurg56
|
4. çaremîn fîlm e ku ji alîyê koma wergera fîlman ya tirşikê ve li kurdî hat wergerandin. |
|
28.02.2020 19:20 ~19:19 |
simurg56
|
5. Fîlmekî ku piştî şerê Sûrîyê, xisûsî piştî Şerê Kobanê, ki aliyê Kurdan be bêhtir hatiye naskirin. Behsa şerê stalîngradê dike. Şerekî zehf dijwar û dîrokî ye. |
|
29.02.2020 23:36 ~2020.03.02 03:57 |
gumgumok
|
6. çend car e çavê'm lê dikeve û dixwînim wekî "enemy li ber derî". |
|
03.03.2020 00:29 |
mirovekirind
|
7. Fîlma Dijminê li ber derî , şerê navbera hîtler û stalîn bo stalîngrad (bajarê ku navê xwe ji stalîn hildide) e.Leşkerên almanan hatine gihîştina ber deriyê rûsan û dibêjin pirr hindik maye ku bajarÊ stalîngrad bikeve destê almanan.vasili zaytsev kesek e ûkraynî ye lê ji bo ku zilamek e rind e , çavşîn e û bi rastî jî nîşangêr e , sovyet dixwazin wî bikin lehengek bo gelê xwe.Bi rastî ev yek zêdetir ji bo xirabkirina moralê dijmin e. |
|
03.05.2020 14:26 ~14:26 |
brzn
|
8. di salên pêşîn a zanîngehê de min û hevalên min serstalînist, me çend hefteyan her înî şeva sînemayê li dar xistibû. hefteya sêyem de min vê dijminê li ber derî pêşniyaz kiribû lê belê ji ber wê em ketibûn qirikên hevûdin. tenê yek ji wan berê temaşe kiribû. yên mayî ji kovarên xwe hîn bûbûn ka di vê fîlmê de çi çawa tê vegotin. bi ya wan josef stalin û biryarên wî û sepandina wan di fîlmê de wekî propagandreşî hatine bikaranîn û ji ber wê jî wan nedixwest temaşe bikin. bi ya wan tiştenên wiha yên ku xerab in, hewce nake ku ji herkesî ve werin temaşekirin, xwendin hwd. bi saetan li ser sînemayê, hunerê û estetîkê peyîvîbûm. lê qanih nebûbûn û wê şevê me dev ji şeva sînemayê berdibûn. ji xwe çend sebebên min hene ku divê ez ji serhişkan dûr bim, ev sebeba "hunerî" jî tevlî wan sebeban bûbû. lê çima ye, nizanim, heta îro min carekê din nexwest temaşe bikim. ji ber ku fîlm serhişkiyê dianî hişê min. lê madem hatiye kurdîkirin, min got de rabe temaşe bike. |
|
04.05.2020 23:37 ~23:48 |
biruya hayao miyazaki
|
9. fîlm bi gelemberî xweş bû, bê navberk min hemû temaşe kir, wek fîlmên li ser şerê cîhanê yê duyemîn ev jî têket nav fîlmên min yê favorî, diakrim vî fîlmî têxim rêza duyemîn, di rêza yekemîn de jî battle for sevastopol heye. tişta balkêş herdu jî li ser nîşanbaziyê ne * di destpêka fîlm de leşkerên ûris zêde zêde amator didan nîşan, wek li jor jî gotine, tifing didan yekî, gule didan yekî û wek mirîşkên gêj diberdane ser dilê elmanan. wek ku hûn jî texmîn dikin yek bi yek ji aliyê elmanan ve dihatin kuştin. vêce di ser halan de kesên ku ji ber guleyên elmanan direviyan vê care ûris wan wek xayîna ditîn û wan dikuştin, bi serê min neket lê dûv re hin bi hin fîlm xweş bû. |
|
12.07.2021 19:41 ~20:31 |
merwano
|
rûviyê zirav [1] |
|
nilipek [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
botantimes.com [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |